Belgefîlma “Dîwarê Me Jî Hilweşandin” Sibê li Stenbolê Tê Nîşandan

🔴STENBOL (Nûpel) – Belgefîlma bi navê “Dîwarê Me Jî Hilweşandin” ku derhêneriya wê Nîhat Gultekin kiriye, sibê bi galayekê cara yekem derdikeve pêşberî sînemahêzan.

Gala dê sibê (Înê) li navenda bajêr, li navçeya Beyogluyê pêk were. Bername li Navenda Çand û Hunerê ya Îbrahîm Gürbüz di saet 16:00an de dest pê dike.

Agahiyên di Derbarê Galayê de:

• Navê Belgefîlmê: Dîwarê Me Jî Hilweşandin

• Derhêner: Nîhat Gultekin

• Cîh: Navenda Çand û Hunerê ya Îbrahîm Gürbüz, Beyoglu / Stenbol

• Dem: Sibê, Saet 16:00

Piştî nîşandana belgefîlmê, dê derhêner Nîhat Gultekin û ekîba fîlmê beşdarî gotubêjekê bibin û pirsên beşdaran bibersivînin.

 

 

Van jî bibîne

 

DEM Partî: “Ji bo Aştiyê Divê Gavên Qanûnî û Azadiya Ocalan Bêne Pêşwextkirin”
Li Amedê ‘Foruma Aşitî û Azadiya Civakî’ Tê Lidarxistin

Nûçeyên Sereke