Behice Feride Demir: Wêne Jî Xeber Didin

NîvîskarNûçe

Koma berxwedan di sala 1987an de li ser Egîd (Mahsum Korkmaz ) albûmeke bi navê Botan derxist, ji 13 stranên bi stîla oratoryomî pêk dihat. A lbûmê gelekî deng veda. Dibe ku di cîhana mûzîka Kurdî de ev yekemîn albûm be ku ji bo kesekî pêşeng bi heman kompozîsyonê hatibe amadekirin. Helbet berî vê xebatê jî bi dehan kilamên dengbêjî û stranên enstrumental hene ku lehengên dîrokî û polîtîk kirine mijar. Lê  ev albûma ku li ser jîyan, doz û karîzma Egîd hatiye çêkirin, li gorî gelekan xwedî paşxaneyeke  bi pergal e. Albûm bi tevlêbûna ozan Mizgîn, Zozan, Xelîl Xemgîn, Seyîdxan, Dilgeş û Serdar ve wek qeydekî koroya neteweyî jî dikare bê ditin.  Li gorî bêderfetiyên wê çaxê û dorpêçkirina îdeolojîya şerê sar, ev hewldanekî pir azad e. Lê mixabin xêncî vê albumê heta niha bi tevahî li ser Egîd, bi naverokek çandî û hunerî xebat nehatine kirin. Tenê di hefteya 28ê Adarê de çend daxuyaniyên rêxistinî û dokumanterên  sînordar tên dubarekirin. Lê êdî divê arşîvên rêxistinê bên vekirin û daneyên bîyografîya Egîd bi temamî were  parvekirin.

Ciwan, lêkolîner, rewşenbîr, muzîkjen û senarîst vî xweşmêr û fermandarê Kurd bi berfirehî binasin û bidin nasîn. Egîd yek ji wan kesan e ku piştî Xalid Begê Cibrî, Elîşêr, Seyîdxanê Kher û Îhsan Nurî Paşa, li Bakurê Kurdistanê di warê leşkerîya erdî de bibîngehî û biryarî xebat kirîye. Mixabin em di derbarê van şexsiyet û yên wekî wan de bi taybetî yên berî salên 1970ê ti tiştekî bi cîh û war nizanin.  Lê edî ji ber pêşketina teknolojî û sîyasetê mimkûne ku 28ê Adarê wek rojekî neteweyî were plankirin. Konser, sînevîzyon, semîner û pirtûkên li ser rojê werin çapkirin û belavkirin. Heger em îro behsa tevgera Kurd a Bakurî bikin, em bêyî Egîd nikarin rûpelên ajandeya doza kurd vekin û qala serwerîya salên 80ê bikin. Bêguman ji bo lehengên rastîn propaganda ne hewce ye. Ew di carekê de navê xwe li dîrokê dinivîsin û dîrokê li pey xwe dikişînin. Êdî temamkirin, famkirin, xwedîderketin û nejibîrkirin karên hin bûyer û kesên din in. Bi ya min gava ku hefteya şehîdbûna wî nêzîk dibe, qasê peyvan wêneya wî ya jî çiyayên Kurdistanê li me dinêre jî xeber dide. 

Di wan awirên  tûj de, di wî bal û xwe baweriyê de, di wî cûreet û eslî de,  mîlletbûn û qedîmîya sedan salan heye. Kurdistan di wî wêneyê de careke din radibe ser xwe û Kurd careke din bi lûla tivîngê li deriyê dîrokê dixin. Bakurê ku bi tevgera xwe ya herî dawîn  kefenê înkarê qelaşt e, bi wê seknê tê ser hemdê xwe. Heger rojekê ji bo nexşeya Kurdistanê ji Bakur re sembolekî lazim be, resma Egîd sembola herî li cîh e. Mirov dikare gelek tiştan ji bo vê resmî  bêje û bibîne. Lewma jî vê nivîsê wek despêk dibînim ji bo xwe. Lê dîsa jî dixwazim nivîsa xwe bi risteyek ji kilama Mihemedê Canşa temam bikim. Ev rîste tercûmanîya hin hestê min jî dike. Lewra ozan Mizgînê, Egîd wek rêheval û bira nîşanê me daye. Ew her tim rêheval û bira ye. Hest û hezkirina bira di dilê jinên Kurd de pir şêrîn e. Egîd him bira him jî şêrê me ye. Bi gotina Mihemedê Canşa:

“ Yaşirmê bîlbasî

Doşîrmê fîşenga

Bi terzê xerzanî

Sûbe ye biraoo

Çiqasî li bejna te tê”

Belê Bira, tivînga keleşî, awirên Kurdanî û camêrîya Êlihî çiqas li te û li zemanê te tê…..

 

Van jî bibîne

 

Serbilind: Em Êrîşa Rejima Mola Li Ser Mala Birêz Nêçirvan Barzanî Şermezar Dikin
KCK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

Nûçeyên Sereke