Ji vir û çend roj berê qîza muxbîrê îstixbarata Tirkan, Deniz Ü. Arıboğan di kanala televîzyona TV100ê de Kurd bi bêxîretî û wek piyonên dewletên mezin tawanbar kir. Ne di vê weşanê de û ne jî piştî weşanê kesî ji vê mîsyonera dewletê re negot: Tu kî yî, çi dibêjî û bi kîjan mafî vê bêedebiyê dikî? Helbet ev ne yekemîn car e û ne jî tiştekî nû ye. Hingê Kurd hene û hingê dest ji doza xwe ya mafdarî bernadin, her dem ji aliyê emperyalîstên herêmî û lejyonerên wan de ve bi tiştên wiha tên sûcdarkirin. Lê sosretî ev e ku gava emperyalîstên herêmî û berdevkên wan dikevin tengasiyê, Kurdan wek birayên ezîz, rêheval û mumîn didin nasîn. Behsa camêrî û xwedî sozbûna wan dikin û pesnên egzotîk didin. Heta yên wek Devlet Bahçelî, ku bi înkara Kurdan bûne siyasetmedar, bi bêexlaqiyeke nedîtî her heftê him heqaretên xwe dubare dikin û him jî tehdîdên xwe didomînin.
Wisa xuya dike ku Kurd çi qas kefenê înkarê diqelişînin, serdest jî ew qas derew û desîseyan zêde dikin. Kurd bi taybetî ji sala 1991î û vir ve bi pozê derziyê rêya meşrûiyeta navneteweyî vedikolin û di van 36 salan de gelekî şer, raperîn, însiyatîfên siyasî û şexsî derdixistin holê. Wek topa pînponê, daxwaza serxwebûnê û mafxwaziyê di navbera herêm û hêzan de diçe û tê. Başûrê Kurdistanê ku çend caran ji ser maseyê vegeriyabû qada şer, ji Adara 1991î û vir ve xwedî vîna sazûmaniyê ye û roj bi roj dibe omîda her çar aliyan. Bakurê Kurdistanê ku bi sedan rêxistin dersîxtiye, bi girseya xwe wek gurekî li pey nêçîra xwe ye. Rojava ji 12ê Adara 2004an pêve nêzî 12 salan valahiyek tijî kiriye, lê mixabin destkeftiyên xwe negîhande statûyeke bi serê xwe. Û îro Rojhilat dixwaze bi van tecrubeyan Kurdan li dora 21 tîrêjên dîrokî bike yek.
Helbet îro êdî li her alî, Kurdbûn û Kurdistanîbûn cuda ye û cuda tên jiyîn. Lê wek her netewekê, tiştên ku manewiyata neteweyî geş û gelemper dikin yek in û ji bîrekê tên afirandin. Ev yekbûn carinan sembolek e, dengek e, karesatek e, şahiyek e an jî rojek e. Car caran jî ev hemû di nav hev de ne û lê dû hev in. Belkî loma ji “çillê zivistanê” heta derbiharê di dîroka Kurdistanê de rojên di nav hev de gelek in û salên me yên dawîn li dora wan rojan diherikin. 6-11 û 16ê Adarê li Başûr, 21 û 28ê Adarê li Bakur roj û hefteyên neteweyî ne. Li Başûr hefteya ewilîn, li Bakur hefteya sêyemîn a tevî Newrozê wek pêngavên siyasî û millî tên pêşwazîkirin. Lê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Sema Yuce ya ku ji ber zordestiya dewleta Tirkan xwe kuştin û di 28ê Adarê de jî rêber Mahsûm Korkmaz şehîd ketiye, Newroz li Bakur bi temamî sekneke polîtîk e.

Di salên 90î de medya û agahî kêm bûn û yên Kurdan kêmên kêman bûn. Dîsa jî xeberên di nav gel de digeriyan, hêz û belavbûna wan bi lez û bandor bû. Jîyana me bi agahiyên şerên leşkerî, bûyerên sivîlî, kovar û rojnameyên veşartî derbas dibû. Her kesî qasî xwe encam ji vê stresê werdigirt û karê xwe dikir. “Oy Kurdistan, Kurdistan navê te çi şirîn e, dinya alem tev dizane em şer dikin ji bo te.” ne tenê kilamek bû. Ev gotin wek fêrname, fermanname û ferdiyetî bû. Her kesî dizanibû çi ji bo çi tê kirin. Millet û lehengên xwe hev du rind nas dikirin. Mal, al û add yek bûn. Navê her tiştî giran bû. Berdêlê biryaran tune bû. Siloganên ajîtatîf û tevlîheviyên mîtolojîk di nav kar û keda kesî de nemabûn.
Lehengên heyî bê tawîz, anorî, berxwedan û doza dîrokî tevên yek resmên reş û spî wek şîret dihiştin li pey xwe. Zekiye Alkan a keça Dersimê, xwendekara ciwan û şopdara 21 tîrêjên derengmayî, jî bi resmekî reş û spî silav dabû serdema me. Ji xeynî çend hevalên wê, kesî ew nedîtibû. Lê navê wê û resma wê di nav xwendekaran, gundiyan, şoreşgeran, hunermendan, mîlîsan, xort û keçan, di rojname û kovaran de bi dizî lê bi sondxwarî belav dibû. Em parçe parçe hînê şehîdbûna wê ya bi azar dibûn. Lê Zekiye Alkan a ku gef û qêrîna milletê xwe hîs kiribû, mirin kiribû kevirek devê rê. Di roja ku Zînê Mem dîtibû, eşqê Kurdistan dagirtibû, roja ku Mazlûm şîrînkirina bindestiyê red kiribû û Newroz wek despêka berxwedanê îlan kiribû, Zekiye jî pîrozbahiyên bê Kurdistanê dabû ber agir.
Lewma her diçe Zekiye jî bi qasî Mem, Mazlûm û Mahsûm cihê xwe digire vê rêwîtiya giranbiha da. Lewma di navbera Zînê, Rahşan û Semayê de çiraya azadîyê herî zêde di destê wê de ronî dide. Gava min nûçeyên yekîtiya partiyên Rojhilatê û ala wan a ji 21 tîrêjên bi can, mal, aqil û kûrahiya çanda Kurdistanîyan pêk tê dît, meha Adarê û lehengên me yên agirê Newrozê bi ciwaniya xwe nûjen kirine, hatin bîra min. Lewma jî bi ya min Newroza îsal ji her salê zêdetir û bêtir ya Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Sema û Mahsûm Korkmaz e.
Newroza we pîroz be 21 tîrêjên Kurdistanê!









