Batman Petrolspor Piştî 24 Salan Bû Şampiyon û Derket Lîga 1’emîn

NûçeSpor

🔴Batman Petrolsporê di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Nesine de, 3 hefte beriya fînalê şampiyoniya xwe îlan kir û bilindî Lîga 1’emîn a Trendyolê bû.

NÛPEL – Tîma Batmanê di hefteya 35’emîn a lîgê de li Stadê Sincan 15 Temmuz bû mêvanê Sincan Belediye Ankarasporê. Batman Petrolspor di vê pêşbirka dijwar de bi encama 3-2 bi ser ket û 3 puanên zêrîn girtin.

Agahiyên Maçê û Golên Serkeftinê

Di maçê de golên tîma Batmanê ji aliyê van lîstikvanan ve hatin avêtin:

Kerim Frei (deqe 7)

Rahman Bugra Çagiran (deqe 78)

Emir Alagoz (deqe 90+4)

Golên tîma malxwê jî di deqeyên 41 û 69’an de hatin tomarkirin, lê ev gol ne bûn asteng ku Batman Petrolspor şampiyoniya xwe ragihîne.

Cudahiya Puanan û Dîroka Serkeftinê

Bi vê serkeftinê, Batman Petrolsporê puanên xwe derxist 79’an û cudahiya puanan a bi rakîbê xwe yê herî nêz Muğlasporê re derxist 14’an. Bi vî awayî, tîma Batmanê 3 hefte beriya ku lîg bi dawî bibe, bi awayekî matematîkî şampiyoniya xwe misoger kir.

Batman Petrolspor cara dawî di sezona 2001-2002’yan de di Lîga 1’emîn de lîstibû. Piştî hesreta 24 salan, tîm careke din vedigere asta bilind a futbolê.

Li Batmanê Coşa Şampiyoniyê

Piştî îskoka dawî ya maçê, bajarê Batmanê veguherî qada şahiyê. Alîgirên ku li ber Batmanê li ser ekrana mezin maç dişopandin, bi def û zurnayan govend girtin. Bi hezaran kes bi wesayîtên xwe tevlî konvoya şahiyê bûn û bi alayên tîma xwe kolanên bajêr bi rengên sor û spî xemilandin.

Van jî bibîne

 

Li Ser Rêya Isparta-Antalyayê Qeza: 6 Kes Mirin, 4 Kes Birîndar Bûn
KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

Nûçeyên Sereke