Batman Petrolspor Ber bi Şampiyoniyê Ve Dimeşe: Li Derve Serkeftineke Mezin!

Spor

BATMAN (Nûpel) – Batman Petrolspor, di riya şampiyoniyê de gaveke pir girîng a din avêt. Tîma Batmanê di lîstika derveyî malê de, li hemberî Karaman FK bi encameke dîrokî ya 6-0 bi ser ket û bi vê serkeftinê puanê xwe derxist 67an.

Di lîstikê de serdestiya Batman Petrolsporê ji serî heta dawiyê berdewam kir. Golên ku serkeftin anîn ji aliyê van lîstikvanan ve hatin avêtin:

Emirhan Aydogan (deqîqe 16), Rahman Bugra Çagiran (deqîqe 20, 68 û 90), Okan Eren (deqîqe 41), Atabey Çiçek (deqîqe 56)

Maça Pêşerojê: Di Nav Hefteyê de Heyecana Batmanê

Piştî vê serkeftina mezin, çavên alîgiran li maça bê ye. Batman Petrolspor dê di nav hefteyê de, roja Çarşemê, li qada xwe ya Batmanê pêşwaziya Şanliurfasporê bike. Tîm dixwaze bi piştgiriya alîgirên xwe vê serkeftina xwe bidomîne û nêzîkî kupa şampiyoniyê bibe.

Van jî bibîne

 

CENTCOM: Zêdetirî 100 Keştiyên Îranê Hatine Îmhakirin
Îraq ji bo hinartina petrolê li rêyên alternatîf digere: Xeteke nû ku di Herêma Kurdistanê re derbas nabe

Nûçeyên Sereke