Batman Petrolspor Ber bi Şampiyoniyê ve Dibeze

NûçeSpor

🔴 NÛPEL – Batman Petrolspor a ku di Koma Spî ya Lîga Duyem de ji bo şampiyoniyê têdikoşe, di mala xwe de reqîbê xwe yê herî nêz Muglaspor 1-0 têk bir û ferqa pûanan derxist 11an.

Batman Petrolspor a ku di Koma Spî ya Lîga 2yem a TFFyê de cih digire, vê hefteyê li qada xwe mazuvantiya şopînerê xwe Muglasporê kir. Tîma sor-û-spî bi gola Rahman Bugra Çagiran 1-0 serkeftin bi dest xist. Batman Petrolspor bi vê serkeftina mezin gavaweke din nêzî şampiyoniyê bû. Bi van 3 pûanên krîtîk, tîmê lîderiya xwe qahîm kir û astenga herî mezin a li ser riya şampiyoniyê derbas kir.

Bi îskoka dawî ya maçê re di nav qadê de şahiyeke mezin hat lidarxistin. Li kolanên Batmanê jî bi qedandina maçê re xelkê dest bi pîrozbahiyan kir. Heke Batman Petrolspor hefteya bê pûanekê jî bistîne, dê şampiyoniyek xwe bi fermî ragihîne.

Van jî bibîne

 

Feqiyê Teyran bi helbest û stranan hat bibîranîn
Turnuvaya Fûtbolê ya Rojîn Kabaîşê hat destpêkirin

Nûçeyên Sereke