Banga Cezakirina Îsraîlê: Rêxistinên Navneteweyî ji bo Rawestandina Peymana bi YE re Bang Kirin

CîhanNûçe

🔴NÛPEL – Piştî ku parlamena Îsraîlê (Knesset) qanûna cezayê darvekirinê pejirand, gelek saziyên mafên mirovan û welatên misliman bertekên tund nîşan dan. STK’yên navneteweyî bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku beşa bazirganiyê ya “Peymana Hevkariyê ya YE-Îsraîlê” were rawestandin.

Saziyên Mafên Mirovan: “Xeta Sor Hat Derbaskirin”

Di nav de Human Rights Watch (HRW), Lîjneya Efûyê ya Navneteweyî, Oxfam û Caritas Europa jî hene, bi giştî 26 rêxistinên navneteweyî bi daxuyaniyekê bang li Brukselê kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi qanûna nû re Îsraîlê xeteke din a sor derbas kiriye û ji ber vê yekê divê peymana hevkariyê ya sala 2000’î were betalkirin an jî qismî were rawestandin.

Qanûna Nû Çi Dihewîne?

Li gorî qanûna ku roja duşemê hat pejirandin:

Her kesê ku bi mebesta zirarê bide welatiyekî Îsraîlê yan jî rûniştvanekî Îsraîlê û bi armanca “dawîanîna li hebûna dewletê” bibe sedema mirina kesekî, wê bi cezayê darvekirinê yan jî bi zîndana heta-hetayê were cezakirin.

Hiqûqnas balê dikşînin ku ev qanûn bi taybetî li Şerîeya Rojava (Batı Şeria) li dijî Filistîniyan hatiye amadekirin, ji ber ku Filistînî di dadgehên leşkerî de tên darizandin ku rêjeya mehkûmiyetê tê de pir zêde ye.

Welatên Misliman Tund Bertek Nîşan Dan

Welatên mîna Tirkiye, Erebistana Siûdî, Urdun, Misir, Qeter, Pakistan û Îndonezya bi daxuyaniyeke hevbeş Îsraîl şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev qanûn “îstîkrara herêmî” dixe xetereyê û binpêkirina giran a mafên mirovan e.

Di Navxweya Îsraîlê de jî Nerazîbûn Hene

Ne tenê li derve, li hundirê Îsraîlê jî mûxalefet û saziyên mîna Komeleya Mafên Sivîl li dijî qanûnê derketin û serî li Dadgeha Bilind dan ku qanûn were betalkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Îsraîlê cezayê darvekirinê bi dehan sal in nayê sepandin; herî dawî di sala 1962’an de sûcdarê Nazî Adolf Eichmann hatibû darvekirin.

/Çavkanî: DW/

Van jî bibîne

 

AVA Media TV Derbarê Sansura Wêneyê Ocalan de Lêborîn Xwest
Tanrikulu ji Wezîrê Dadê Gurlek Pirsî: “Gelo Hewildanek We Ji Bo Biryara DMME’yê Hebe?”

Nûçeyên Sereke