🔴Nûpel – Wezareta Parastinê ragihand ku roja Duşemê balafireke leşkerî ya cureyê Lockheed Martin Hercules C-130, dema li başûrê Kolombiyayê leşker vediguhastin, ket xwarê.
Li gorî nûçeyên di medyayê de, hat diyarkirin ku balafirê di dema qezayê de bi dehan leşker hildigirtin.
Serokkomar Gustavo Petro got ku di qezayê de herî kêm kesek miriye, 77 kes hatine rizgarkirin û rakirin nexweşxaneyê. Rewşa 43 rêwiyên din hîn nehatiye eşkere kirin.
Fermandarê Hêzên Hewayî yên Kolombiyayê Fernando Silva, di vîdyoyekê de ku li ser medyaya civakî parve kir, diyar kir ku di balafirê de 114 rêwî û 11 karmend hebûn. Ji tevahiya 125 kesên di balafirê de, agahdariya serokkomar tenê behsa 121 kesan dikir.
Em li ser ketina Hercules C-130 çi dizanin?
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Parastinê Pedro Sanchez, balafir di dema rabûnê de ji Puerto Leguizamo, ku li herêma Amazonê ya li başûrê Kolombiyayê û li ser sînorê Perûyê ye, ketiye. Sanchez ev bûyer wekî “qezayeke trajîk” bi nav kir.
Wêneyên ku li ser înternetê hatine parvekirin, nîşan didin ku ji cihê ketina balafirê ewreke dûmana reş radibe. Hat dîtin ku leşker ber bi cihê bûyerê ve dibezin.
Medyaya herêmî BluRadio, bi sipartina rayedaran ragihand ku qeza tenê 3 kîlometre (2 mîl) dûrî navendeke niştecihbûnê pêk hatiye.
Sanchez di destpêkê de got: “Hejmara rastîn a qurbaniyan û sedemên ketina balafirê hîn nehatine diyarkirin.”
Em li ser balafirên Hercules C-130 çi dizanin?
Sanchez diyar kir ku lêkolîn li ser sedema qezayê berdewam dike.
Serokkomar Petro di peyameke li ser tora X de got: “Ez hêvî dikim di vê qezaya hov de ku nedişiya qet biqewime, ti kes jiyana xwe ji dest nede.” Petro di peyama xwe de “astengiyên burokratîk” rexne kirin ku planên wî yên nûjenkirina artêşê dereng xistine.
Wî got: “Ez ê destûrê nedim tu derengketineke din; jiyana ciwanên me di xetereyê de ye. Ger berpirsên îdarî yên sivîl an leşkerî ne li gorî vê peywirê bin, divê ji kar werin dûrxistin.”
Kolombiya ji dawiya salên 1960-an vir ve balafirên Hercules C-130 (yên ku di salên 1950-an de hatine hilberandin) dikire. Di van demên dawî de, Kolombiyayê hinek modelên kevin bi yên nûtir re ku ji DYEyê hatibûn şandin, guhartin.
Li Bolîvyayê jî, di meha Sibatê de balafireke Hercules C-130 ya Hêzên Hewayî yên wî welatî, li bajarê El Alto yê qelebalix ketibû xwarê; di wê bûyerê de zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 30 kes jî birîndar bibûn.
/DW/










