🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Giştî yê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiya xwe ya Meclîsê de axivî û bal kişand ser geşedanên li herêmê, şerê Îranê û helwesta analîstên televîzyonan a li hemberî Kurdan.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de rojevên germ nirxandin. Bakirhan derbarê êrişên li ser Îranê, rewşa herêmê û nêzîkatiya siyasetmedar û analîstan a li hemberî Kurdan daxuyaniyên girîng da.
‘Divê rejîma înkarê biguhere’
Bakirhan derbarê şerê li Îranê û êrişên derve de diyar kir ku hêza dewletekê ne çek û fuzeyên wê, rızaya gelê wê ye. Bakirhan wiha got:
“Li Îranê rejîmê nexwest vê rastiyê fêm bike. Li şûna ku rızaya gelan û baweriyan bigire, hemû hebûna xwe da ser çekan. Azadiya jinan qedexe kir, her roj bi dehan Kurd û muxalîf îdam kirin. Rejîmê zilm çand û niha hêrsê diçine.”
Bakirhan destnîşan kir ku ew li dijî mudaxileyên derve ne, lê di heman demê de dixwazin rejîmên înkarê jî biguherin û destnîşan kir ku demokrasî bi têkoşîna xweser a gelan tê.
‘Analîstên vîledayî bila dev ji Kurdan berdin’
Bakirhan di axaftina xwe de bi tundî rexne li wan kesên ku di ekranên televîzyonan de li ser navê Kurdan diaxivin girt û got:
“Li kîjan derê cîhanê fîşekek biteqe, çavên wan analîstên ‘vîledayî’ li Kurdan digere. Yekser derdikevin ser ekranan û daxuyaniyên mîna ‘andican’ didin. Bila êdî dev ji van hevokan berdin: ‘Kurd divê fêm bikin ku feydeya hêzên derve ji wan re tune ye’, ‘Kurd nabe ku wekî kart bên bikaranîn’…”
Bakirhan anî ziman ku Kurd xwedî îrade û stratejiyê ne û wiha pê de çû:
“Ew Kurdan wekî gelê ku dikare siyasetê bike û biryarê li ser pêşeroja xwe bide nabînin. Ew siyasetmedarên ku xwe wekî hamiyê Kurdan dibînin û ew analîstên ku aqildana Kurdan ji xwe re kirine pîşe, bila êdî dev ji vê yekê berdin.”
Bakirhan di destpêka axaftina xwe de ji ber fuzeya ku ketiye Dîlokê (Gaziantep) jî ji gelê herêmê re daxwaza derbasbûnê kir.










