NÛPEL – Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di daxuyaniyên xwe yên dawî de bal kişand ser krîzên li Rojhilata Navîn û polîtîkayên derve yên Tirkiyeyê. Bahçelî peyamên tund da Îsraîlê û got: “Ger guherîna rejîmê pêk were, divê ev yek ji Îsraîlê dest pê bike.”
“Tirkiye li dijî şer li ber xwe dide”
Bahçelî destnîşan kir ku Tirkiye di vê serdemê de bi hişmendiyek wisa tevdigere ku xwe ji şer dûr bixe û ji bo aştî û aramiyê hewl dide. Bahçelî wiha got: “Temenniya me ya herî mezin ew e ku di demeke herî nêz de çek bên danîn. Tirkiye ji bo aştiyê têdikoşe û ji bo avakirina hawirdoreke aram çaba sarf dike.”
Sedema îstifaya Yonter: Xebatên Akademîk
Bahçelî derbarê îstifaya Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Îzzet Ulvî Yonter de jî daxuyanî da û diyar kir ku ev biryar ne ji ber xeyidîn an nakokiyan e. Bahçelî got:
“Sedema îstifaya Yonter ne xeyidîn e, xebatên wî yên akademîk in. Di partiya me de, wekî partiyên din, veqetîn li ser bingeha xeyidînê pêknayên.”










