Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer

Nûçe

🔴Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê rageşiya leşkerî ya li herêmê hişyarî da û ragihand ku divê Herêma Kurdistanê di nakokiyên navneteweyî de nebe qada şer, lê bibe pireke ji bo aştiyê.

Bafil Talebanî di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News a Amerîkî, nêrînên xwe yên li ser şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê û herwiha pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ên dawî bi Donald Trump û Ebas Eraqçî re parve kirin.

“Trump ji bo Kurdan dilgerm bû”

Talebanî behsa pêwendiya xwe ya telefonî ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re kir û diyar kir ku Trump ji bo rola Kurdan gelekî spasdar e. Talebanî got:

“Trump gelekî balkêş û dilovan bû. Dema wî digot ‘Kurd şervanên mezin in’, min di dengê wî de hest bi dilgermî û bandorê dikir. Ew ji bo xizmeta Kurdan a li gel hêzên taybet ên Amerîkayê gelekî qedirzan bû.”

Talebanî her wiha anî zimên ku Trump tekezî li ser parastina gelê Îraqê kiriye, lê di heman demê de diyar kir ku di hundirê xwe de Trump daxwaza aştiyê dike.

Eraqçî “bêhêvî” ye, Îran amadekar e

Serokê YNKê eşkere kir ku wî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re jî axivî ye. Li gorî gotina Talebanî, aliyê Îranî ji ber têkçûna pêvajoya danûstandinan “bêhêvî” ye. Talebanî destnîşan kir ku Îran ev 45 sal in amadekariya berxwedaneke dijwar dike û şerê li wir dê ne wekî yê Îraqê yê sala 2003’yan be.

Wî bal kişand ser cudahiya rewşa niha ya Îranê û hilweşîna rejîma Sedam Husên û got: “Li Îranê niha ne raperîneke girseyî heye û ne jî rêber kî diyarkirî heye ku xelk li pey wî biçe.”

Metirsiya Tirkiyeyê û Rola Kurdistanê

Bafil Talebanî hişyarî da ku eger Kurdên Başûr di vî şerî de bibin “serê rim”, ev yek dê karesatê bi xwe re bîne. Wî her wiha amaje bi metirsiya destwerdana Tirkiyeyê kir û got:

“Eger Kurd tevlî vî şerî bibin, Tirkiye dê bi awayekî cidî dilgiran bibe û dê destwerdana leşkerî bike.”

Heta niha Pêşmergeyan rê li ber her liv û tevgerên çekdarî yên ber bi sînorê Îranê ve girtiye.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Talebanî anî zimên ku ew amade ne mîna bavê xwe yê rehmetî Celal Talebanî rola navbeynkariyê bileyzin û destnîşan kir: “Herêma me ji ber şer gelek êş kişandine. Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer.”

Van jî bibîne

 

Di Newroza Amedê de Krîza Zeynep Casalînî: “Em Hunermendên ‘Bêalî’ Naxwazin!”
Li Çemê Pulemoriyê Dîmenek Balkêş: Segav Bi Govendê Ket Ber Kamerayan

Nûçeyên Sereke