Baba Şêx êzîdî Êrişa li ser Mala Nêçîrvan Barzanî Şermezar Kir

Nûçe

🔴NÛPEL – Rêberê ruhanî yê Kurdên Êzîdî, Baba Şêx Şêx Elî Şêx Îlyas, bi daxuyaniyeke tund êrişa ku li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatibû kirin, şermezar kir.

“Êrişek li Dijî Aramiya Kurdistanê Ye”

Baba Şêx di daxuyaniya xwe de bal kişand ser metirsiya vê çalakiyê û diyar kir ku ev êriş ne tenê li dijî kesayetiya Nêçîrvan Barzanî ye, lê belê armanca wê têkdana aştî û aramiya tevahiya Herêma Kurdistanê ye. Rêberê ruhanî ev kiryar wekî “çalakiyeke metirsîdar” bi nav kir ku hewl dide ewlehiya herêmê bixe bin xetereyê.

Rola Nêçîrvan Barzanî ya Aştîxwaz

Şêx Elî Şêx Îlyas di daxuyaniya xwe de pesnê helwesta Serokê Herêma Kurdistanê da û wiha got:

“Birêz Nêçîrvan Barzanî bi helwestên xwe yên aştîxwaz tê naskirin. Ew di navbera aliyên Iraqî û herêmî de wekî pireke peywendiyê roleke sereke dilîze.”

“Hewldanên Fitne û Dubendiyê”

Baba Şêx destnîşan kir ku ev êriş “hewldaneke bêhêvî” ye ji bo çandina tovên fitneyê û têkdana çanda bihevrejiyanê. Wî bi tundî her cure hewildanên ku ziyanê bigihînin ewlehiya giştî û aramiya civakî red kirin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Baba Şêx ji bo parastina gelê Kurdistan û Iraqê du kirin û hêvî xwest ku Serok Nêçîrvan Barzanî ji her cure xerabiyan dûr be û aramiya herêmê berdewam bike.

/rd/

Van jî bibîne

 

Li Cizîr Boriya Petrolê Teqiya: Petrol Tevlî Çemê Dîcleyê bû
Serokê Parlamena Îranê: Amarîka plana êrişa beşahî dike

Nûçeyên Sereke