Artêşa Sûriyeyê Hizbulah bi Topbarankirina Xaka Xwe Tometbar Kir

Nûçe

🔴Di geşedaneke bêmînak de, Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê ragihand ku milîsên Hizbulaha Libnanê xalên wan ên leşkerî li nêzîkî sînorê Libnanê topbaran kirine. Ev daxuyanî îro sibeha 10ê Adara 2026an bi fermî hate belavkirin.

Li gorî zanyariyên artêşa Sûriyeyê, çend guleyên topan ji nav xaka Libnanê hatine avêtin û li nêzîkî bajarokê Serxaya yê ku dikeve rojavayê Şamê, ketine. Artêşê bi awayekî eşkere tiliya tometê dirêjî Hizbulahê kir û wekî berpirsiyarê vê êrişê nîşan da.

Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tevgera milîsên Hizbulahê ya li ser sînor û wiha got:

“Me tespît kiriye ku milîsên Hizbulahê hatine ser xeta sînor a di navbera her du welatan de. Hêzên me bi hûrgulî rewşê dişopînin.”

Tevî aloziya li gel Hizbulahê, artêşa Sûriyeyê da zanîn ku ew bi Artêşa Libnanê re di nava peywendiyê de ne da ku pêşî li kûrbûna krîzê bigirin. Hat ragihandin ku niha nirxandina “vebijêrkên guncav” tê kirin da ku gavên pêwîst li hemberî vê binpêkirinê bên avêtin.

Artêşa Sûriyeyê peyamekî tund da û diyar kir ku ew ê li hemberî tu êrişên ku ewlehiya axa wan dikin hedef, nermiyê nîşan nedin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sûriye mafê bersivdayînê diparêze.

Heta vê kêliyê, aliyê Hizbulaha Libnanê li ser van tometan û bûyera topbaranê tu daxuyaniyên fermî nedane.

/Çavkanî: Rûdaw/

 

 

Van jî bibîne

 

MSB ragihand: NATO Patriotan li Meletiyê bi cih dike
Birîna Seferberiyê û Trajediya Gundê Husênikê: Ji Çanakkaleyê Ber bi Sêdarê

Nûçeyên Sereke