Amerîkayê çekên nû derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin

Kurdi

 Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, karwaneke ji 25 barhilgirên çek û kelûpelên nû pêk dihat, bir baregeha xwe ya leşkerî ya li bajarê Hesekê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletê ya li Dijî DAIŞê çek û teqemenî û pêdawîstiyên lojestîk bi 25 barhilgiran, gihandin baregeha xwe li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê.

Di nav wî karwanê de, tankerên sûtemeniyê û sindoqên girtî û madeyên lojestîk bi rêya Deriyê Sînor ê El-Welîdê ji aliyê Herêma Kurdistanê, derbasî Cizîra Rojavayê Kurdistanê bû.

Êvara Înê jî, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî balefireke bar ji pêdawîstiyên lojestîk, leşkerî û çek û teqemeniyan gihande baregeha Xerab el-Ebidê ya Rimêlanê.

Berî bi hefteyekê jî karwaneke ku ji 40 barhilgiran pêk dihat, gihîştibû baregeha leşkerî ya navçeya Şedadiyê ya Hesekê.

Di nav karwanê de wesayîtên bizirx ên tîpa “Bradley”ê jî hebûn ku leşkerên Amerîkayê tê de bûn.

/rd/

Van jî bibîne

 

Reuters: Îraq li bendê ye Hêzên Koalisyonê Îlonê dest bi vekişînê bikin
Mazlum Kobani: Şoreşa me rûmeta gel misoger bike

Nûçeyên Sereke