Amerîka û Îsraîlê binesaziya Îranê bombebaran kirin: Pir û xetên trênan bûn armanc

CîhanNûçe

🔴Piştî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump, balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê binesaziya Îranê kirin armanc. Di encama êrişan de pira, rêyên hesinî û xetên elektrîkê zirarên mezin dîtin; her wiha kuştî û birîndar hene.

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel)– Artêşa Îsraîlê û hêzên Amerîkayê pêleke berfireh a êrişên asmanî birin ser xalên stratejîk û binesaziya Îranê. Li gorî daxuyaniyên fermî yên Tehranê, di van êrişan de bi taybetî pir, rêyên hesinî û xetên veguhastina enerjiyê hatine armancgirtin.

Li nêzîkî Qum û Kaşanê pira hatin rûxandin

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku li nêzîkî bajarê Qumê pirek û li bajarê Kaşanê pireke girîng a rêya hesinî bi temamî hatine bombebarankirin. Berpirsê îranî Ekber Salihî ji ajansa IRNAyê re piştrast kir ku di êrişa li Kaşanê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Rêya Tewrêz-Tehranê hat girtin

Yek ji derbeyên herî giran li bakurê welat pêk hat. Rêya sereke ya bilez (otoban) a ku bajarê Tewrêzê bi paytext Tehranê ve girê dide, ji ber bombebarankirina xaleke stratejîk ji çûn û hatinê re hat girtin. Kanalên nêzîkî Supaya Pasdaran diyar kirin ku di vê herêmê de pireke derbasbûnê ya sereke bûye armanc.

Seferên trênan hatin betalkirin û elektrîk qut bû

Ajansa Mîzanê ragihand ku li bajarê Kerecê yê nêzîkî Tehranê, rêya hesinî xera bûye. Piştî hişyariya artêşa Îsraîlê ya derbarê nekaranîna trênan de, hemû seferên ji bo bajarê Meşhedê hatin rawestandin.

Li aliyê din, êrişan bandoreke giran li ser tora elektrîkê jî kir:

Li bajarên Kerec û Ferdîsê ji ber xerabûna stasyonên elektrîkê, tarîtî ket ser bajêr.

Heyva Sor a Îranê ragihand ku tîmên wan bi dehan birîndarên êrişan veguhastine nexweşxaneyan.

Gefên Trump û daxuyaniya Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan qonaxa yekem a “êrişên li ser binesaziyê” bi serkeftî temam kiriye. Ev operasyon piştî gefên tund ên Serokê Amerîkayê Donald Trump hat. Trump hişyarî dabû Tehranê ku eger heta sibeha Çarşemê rêkeftinek pêk neyê, ew ê binesaziya welat wêran bikin. Trump her wiha destnîşan kiribû ku armanca wan kontrolkirina çavkaniyên petrolê û lawazkirina hêza Îranê ye.

/Nûçeyên Cîhanê/

Van jî bibîne

 

Amed di Fûarvaniyê de Serdemeke Nû Dide Destpêkirin
Erdogan: Em ê nehêlin îklîma ewlehiyê xera bibe

Nûçeyên Sereke