Amedspor Ber bi Şampiyoniyê ve Dibeze: 6-1

NûçeSpor

🔴AMED (Nûpel) – Amedspor di rêya şampiyoniyê ya Trendyol Lîga 1’emîn de astengiyeke din bi serkeftineke mezin derbas kir. Kesk û Soran, li yarîgeha Tahir Elçî di bin çavdêriya alîgirên xwe de, tîma Bolusporê bi encameke dîrokî 6-1 têk bir.

Di Nîvê Yekem de Bahoza Amedsporê

Maç bi tempoyeke bilind dest pê kir. Di deqîqeya 6’an de Mehmet Yeşil bi golekê Amedspor 1-0 xist pêşiyê. Di deqîqeya 31’ê de lîstikvanê Bolusporê Lîco bi karta sor ji lîstikê hat derxistin û tîma mêvan 10 kes ma. Amedsporê ev fersend baş bikar anî; di deqîqeya 38’an de Diagne û di deqîqeya 41’ê de Celal gol avêtin û nîvê yekem bi encama 3-0 bi dawî bû.

Diagne û Stêrkên Din Nerawestiyan

Nîvê duyem jî bi serweriya tîma malê berdewam kir. Di deqîqeya 56’an de Mbaye Diagne careke din derket ser dikê û gola xwe yê duyem, a tîmê yê 4’emîn tomar kir. Diagne bi vê golê re hejmara golên xwe yên di lîgê de gihand 26’an. Şahiya golan bi Daniel Moreno (dq. 67) û stêrkê Îsraîlî Dia Saba (dq. 71) berdewam kir… Di deqîqeya 90’î de Bolusporê bi gola Arda tenê karîbû encamê biguhere û maç bi serkeftina Amedsporê ya 6-1 bi dawî bû.

Rêza Lîgê û Maça Krîtîk a li Stenbolê

Bi vê serkeftinê re Amedsporê puanê xwe derxist 70’yî û şopandina xwe ya ji bo lîderiyê berdewam kir. Di lîgê de rewşa 7 rêzên pêşîn wiha ye:

Erzurumspor: 72

Amedspor: 70

Esenler Erok: 66

Çorumspor: 62

Bodrumspor: 60

Pendikspor: 57

Bandırmaspor: 51

Amedspor, dê roja Pêncşemê di maçeke gelekî krîtîk de li Stenbolê bibe mêvanê Esenler Eroksporê. Ev maç ji bo parastina rêza duyem û nêzîkbûna şampiyoniyê wek fînalekê tê dîtin.

Van jî bibîne

 

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê Îdiayên Trump Red Kirin: “Me Çek Wernegirtine”
Mehmed Emîn Bozarslan li Amedê hat bibîranîn

Nûçeyên Sereke