Agahî ji hunermend Suhelya Huseynî nayê girtin

CîhanNûçe

Hunermend Suheyle Huseynî û hevjînê wê yê akademisyen Ahmed Rahîmî ku li Meşhedê bi ser mala wan de hat girtin, hatin binçavkirin. 

 Li gor raporên mafên mirovan, di 18’ê Adarê de li bajarê  Meşhedê, hêzên rejîma Îranê bi ser malekê de girtin. Di serdegirtina malê de wênesaz û edîtor hunermend Süheyla Huseynî û hevjînê wê yê akademisyen Ahmed Rahîmî hatin binçavkirin. 

Hê der barê sedema binçavkirina her du kesan û cihê lê tên ragirtin de tu agahî bi dest neketine. 

/Mezopotamya Ajansı/

Van jî bibîne

 

Şahidiya 30 Salan: Di Bin Barana Amedê de Agirê Newrozê
NATO: Em dê bo parastina Tengava Hurmizê alîkariya Amerîkayê bikin

Nûçeyên Sereke