Adil Okay: “Dîroka Rast bi Fîlmên Kujeran Nayê Guhertin”

🔴Nûpel – Hunermend û nivîskar Adil Okay, li dijî fîlma “Çatli” yê ku nû ketiye vîzyonê bertekeke tund nîşan da. Okay destnîşan kir ku bi vê fîlmê hewl tê dayîn ku kujer Abdullah Çatli bibe “qehremanekî neteweyî” û got: “Ev hewldanek e ji bo aklankirina (paqijkirina) dîroka tarî.”

Ji Komkujiya Bahçelievlerê Ber bi Susurlukê ve

​Abdullah Çatli, ku di salên 70’yî de di Komkujiya Bahçelievlerê de bi qetilkirina 7 xwendekarên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) dihat naskirin, di sala 1996’an de di qezaya Susurlukê de jiyana xwe ji dest dabû. Ev qeza bûbû sedema eşkerabûna têkiliyên tarî yên di navbera dewlet, polîs û mafyayê de.

​Lê belê, fîlma nû yê bi navê “Çatli” ku galaya wî bi beşdariya gelek navên naskirî pêk hat, careke din nîqaşên li ser “qehreman nîşandana kujeran” germ kirin.

“Em Kujerên Xwe Efû Nakin”

​Hunermend Adil Okay di daxuyaniya xwe ya ji bo PÎRHAyê de diyar kir ku dema wî nûçeya fîlmê bihîstiye şok bûye. Okay bal kişand ser hovîtiya Komkujiya Bahçelievlerê û wiha got:

​”Heft ciwanên TÎPî bi xeniqandin û gulebarankirinê, bi awayekî hovane hatin kuştin. Yek ji berpirsên vê komkujiyê Abdullah Çatli bû. Tenê ji ber vê yekê jî divê navê wî bi nifiran bê bibîranîn, ne ku fîlmên qehremaniyê li ser bêne çêkirin.”

Bang li Sînemageran: “Dîroka Rast Vegêrin”

​Okay destnîşan kir ku sîstema serdest bi rêya fîlmên wekî Çatli û Geliyê Guran (Kurtlar Vadisi) hewl dide “dîroka fermî” li ser civakê ferz bike û rastiyê berevajî bike. Okay bang li hunermendên muxalif kir ku bêdeng nemînin:

​Bêdengî sûc e: Okay diyar kir ku gelek hunermend ji ber tirsê bêdeng dimînin û ev bêdengî wan dike hevparê sûc.

​Mînakên Baş: Wî bal kişand ser fîlmên wekî Beynelmilel û Sonbahar û lîstikên xwe yên şanoyê ku dîroka rast vedibêjin.

​Hêza Sînemayê: “Sînema amûreke bi bandor e. Divê sînemager rûyê rast ê van kesan nîşan bidin, daku temaşevan xwe bi kujeran re wekhev nebîne.”

Tevlîbûna Navên Naskirî Di Galayê De

​Di galaya fîlma “Çatli” de navên wekî Serokê TFFê İbrahim Ethem Haciosmanoglu, Oktay Kaynarca, Cem Gelinoglu û Hakan Ural cih girtin. Ev tevlîbûn ji aliyê derdorên demokratîk ve wekî “piştgiriya ji bo aklankirina kujeran” hat nirxandin.

​Adil Okay di dawiya axaftina xwe de got: “Me kujerên xwe efû nekirine û em ê nehilên ku dîroka me bi fîlmên bi vî rengî bê qirêjkirin.”

Van jî bibîne

 

Li Îranê 3 Ciwan li Ber Çavên Gel Hatin Îdamkirin
Peyama Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin

Nûçeyên Sereke