Abdullah Ongullu Şêrwî: Wêneyê Şermê

Nîvîskar

🔴Li ser xwesteka wî, ew cara yekem bû ku, li mala Apê Şukrî mêvan bûm. Gundê wan cîranê gundê me û navê gundê wan jî Simxor bû. Dema bû şev, berî razanê Apê Şukrî rabû çû li ber pencerê, li der ve mêze kir, keserek kişand û got;

– Wa yê dîsa li ser goristan ronahî dixuyê!…

Min got; “Apo, nebî Xwedê neke yek miribe!…”

– Na birazî, xwezî her şev yek bimira!… Ma însanê pîs dimire wisa rehet… Dinya ji pîsan re dimîne…

– Nexwe mesele çi ye Apo?

– Mesele çavbirçîtî ye, mêrkê misilman dîn û îmana wan pere ne!…

– Biborin min fehm nekir? Te ez xistim nava mereqê de…

– Birazî ji te re bibêjim, tu nivîskarî, dikarî binivîsî jî!…

Hê ez zarok bûm bi şevê li ser vê goristana li hemberî me ronahî hebû. Va ye ez niha xwedî nevî me, hê jî dev jê bernedane. Ev gorên filehan e (Ermenî). Goreke ku hezar caran nehatibe serûbinkirin tune ye. Mirov ji xwe şerm dike. Di sala 1915’an de dema li ser gelê Ermenî qetlîam çêbûye ez heşt-neh salî bûm. Dîmenek qet ji bîra min naçe. Bûka Ermeniyeke dewlemend biribûn ber çemê Botanê. Navê wê Leelê bû, du zarokên wê yên biçûk hebûn. Mêrê wê Hesenê Axê misilmantî xebûl nekiribû û di cî de hatibû sinetkirin. Dema Leelê ev bihîst destên xwe li çogên xwe dan û kirê qêr û hawar.

“Pepûkê Leelêêêê! Hesenê Waxê xwe birîndar kiriye….

“ Werisek bi herdu lingên zarokên wê ve girêdabûn û biribûn avêtibûn dereke ku li ser çem re ye, ev herdu zarok li bar çavê Leelê bi serkîtî diêxistin avê û derdixistin. Leelê parê xwe bi çermê rûyê xwe re dirûçikand!… Ax dixwar, qêrîna wê di çiya de deng vedida! Herdu zarok diêxistin avê û derdixistin digotin;

“Bibe misilman!” Leelê Misilmantî qebûl kir jî, lê dîsa jî herdu zarokên wê û ew jî di avê de berdan, paşê Hesen jî kuştin. Çimkî derdê wan ne misilmankirin bû! Na, ew bahane bû, derdê wan ew bû ku wan bikujin û dest deynin ser mal û milkên wan… Wisa kirin jî!.. Çend kesên wek Nîşan û Têlû revîn xwe xilas kirin. Ên din tev di qirkirinê re hatin derbaskirin. Jinên wan li xwe mehr kirin. Ev gundê ha yê Ermeniyan bû… Însanên kêrhatî bûn, zenaatkar bûn… A niha jî tenûreke wan di nav tehtekî de çêkirî dimîne. Çiqas kar û barê wan gundên derdora heye wan dikir. Dema ew ji holê hatin rakirin, tev di valahiyê de rût û pût man… Ez tim dibêjim, mêrkê misilman ne tu însan e… Berê her tiştî wîjdana wî tune.

Hewqas bi hev re jiyan, hewqas qenciya wan dîtin, dema dewletê destûr da xerabiya ku însan bi însanan nekirî li wan kirin. Neh- deh mirovên Ermenî dikirin rêzê, tiveng berdidan digotin; “ Ka dê gulle di çend kesan re derbas bibe!…” Yek ji wan dibêje; “Kirîv, wisa nekin, em birayê hev in, îro dora me ye, sibê dora we ye!” Wisa jî çêbû…

Mêrkê Kurd exmeq e, ne tu însan e… Em ji hev re jêhatî ne. Çima dinya ji me direve, me tune dihesibîne? Yên bi kêrî xwe neyên, bi kêrî kesî jî nayên!… Bêbextî li Ermeniyan kirin, ew kuştin dev ji miriyên wan jî bernedan… Dibêjin; “Miriyên xwe bi tevî zêrên wan vedişêrin!” Tiştekî wisa tune ye jî. Xwedê van însanên çavbirçî kor bike. Carna ji qehra heya sibê xew nakeve çavên min. Ma Xwedê dibîne! Xwedê ya kesî li bal kesî nahêle…

Wê demê ew zarokê ku dijûn ji pîrika xwe re dikir hate bîra min. Ew jî ji vî gundî bû, digot; “Kî dixwaze bila dijûn li pîrika min bike!..” Pîra wî Ermenî bû. Bapîrê wî ew wekî jina çaran li xwe mehr kiribû…

Perçe dihatin cem hev, wêneyekî ku mirov pê şerm dike derdikete hole!…

/Abdullah Ongullu Şêrwî/

 

 

 

Van jî bibîne

 

Trump Gef li NATOyê Xwar: ‘Êdî Hewce Nake Em van Pereyan Xerc Bikin’
Li Tehranê êrişî Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê hat kirin

Nûçeyên Sereke