Abdullah Ongullu Şêrwî: MEYRO: Dengê Nalîna li Deyînayê

Nîvîskar

🔴NÛPEL – Deyîna, di qezaya Kufrayê de gundekî biçûk e. Du tax in: Taxa jorîn û taxa jêrîn. Taxa jorîn di nav kevir û daran de hatiye avakirin. Her derê wê kevir û kendal in. Mirov kevirekî gilover li taxa jorîn berde erdê, belkî heta taxa jêrîn nesekine. Lê taxa jêrîn li gorî ya jorîn piçekî rast e. Dora Deyînayê tev daristan in. Lawirên kûvî tê de pir in; gur, beraz, rovî û hwd. Di navbera her du taxan de baxçeyekî fêkiyan heye. Kizwanên wan di herêmê de bi nav û deng in. Deyîna warê kizwanan e.

Di Deyînayê de xelkê ku dijîn pir hindik in. Di her taxê de pênc-şeş malbat hene. Ji ber vê yekê jî wekî henek ji wan re dibêjin: “Deyînî hindik in, li ber dîwaran kundik in, şev û taşta wan kurmik in…” Deyînî ji vê gotinê pir hêrs dibin û xwe aciz dikin. Di herêmê de Deyînî bi jîrbûna xwe tên naskirin.

Bihar bû, meha adarê bû. Di wê herêmê de meha adarê ji aliyekî ve germ e, ji aliyê din ve jî pir sar e. Sermaya zivistanê û germa havînê di vê mehê de li hev dixin, şer dikin heta ku germa havînê bi ser dikeve. Çawa ku di gotinên pêşiyan de dibêjin: “Adarê, berfê da guliya darê, ji sibehê nagihêje heta êvarê…”

Li taxa jorîn, ber bi banga sibehê re dengekî bi hêrs û stûr ji mala Silo bilind dibe. Dengekî ne xerîb e, dengê Silo ye:

• Min ji te re negotibû tu careke din wisa bikî ez ê te bikujim? Ka bêje keça qeşmerê…? Keça kerê! Keça….

• Ez qurbana te bim Silo, li min nexe, ne di destê min de ye…

• Na…., na….! Çawa ne di destê te de ye? Te kiriye rîk, ez ê niha nîşanî te bidim ka di destê te de ye an na!

Û dîsa bû teparepa dar û lêdanê!… Vê carê dengê nalîn û girîneke kûr û bêhêvî dihat. Ev deng jî nas bû, dengê Meyro bû; “Meryem”a diya xwe, “Meyro”ya xelkê…!!!

Diya Silo digot:

• Silo, tu çavdêl î, tirsonek î! Bavê te dema li min dixist sê-çar darên wek ranê min li ser pişta min hûr dikirin, çend parsûyên min dişikandin. Heke te jî wisa bikira, wê careke din wisa nekira….

Di serê sibê de wê dengzarî û hengamê hinek zarok û jin ji nav nivînan derxistibûn û anîbûn ber malê. Nêzîkî deh mirov li dora mala Silo civiyabûn. Her yekî tiştek digot û dipirsî:

• Dîsa çi bûye?

• Silo li jina xwe dixe, wekî her car!

• Bi Xwedê sê dar li ser pişta wê hûr kirin!

• Ji bo çi lê dixe gelo?

• Ma tu nizanî? Tu di guhê ga de dijî! Her şev…

• Qenc û xweş, bi Xwedê heqê wê kuştin e!…

• Ma zarok e? Bûye jin, çima wisa dike?

• Ew bûka min bûya, min ê wê qetqetî bikira û bida kûçikan….

Silo qêriya:

• Dayê ka tu bisekine, ez ê wê bidaxînim! Ez ê hesin di agir de sor bikim û bixim nav ranên wê û paşê jî ava şor lê bikim. Wê gavê wê guhdariya me bike û ji gotina me dernakeve…

Silo çawa got wisa jî kir. Qêrîn û nalîna Meyro diçû heta taxa jêrîn, heta asîmanan. Ên dora malê civiyayî tiliyên xwe xistin guhên xwe û çûne malên xwe. Derî û pencerên xwe girtin. Tevan li hemberî vê tedayiyê û vê îşkenceyê guh û çavên xwe girtin. Kesek neçû tiştekî ji wan re negot…

Ji wan re çi bû? Bûk bûka wan bû, çi lê bikirana keyfa wan bû. Mafdar bûn jî; hewqas qelen dabûn, lê wekî jina Silo ya mirî jî derneketibû…

Ew lêdan û ew tedayî ji bo çi bû?

Av û xew ji bo Meyro bûbû hesreteke mezin. Hinek caran sê-çar rojan li ser hev av venedixwar û ranediza. Ji tîna, dev û lêvên wê hişk û ziwa bûbûn û qelişîbûn. Ji bêxewiyê wek gêjan lê hatibû. Çavên wê wekî çeneqên xwînê sor bûbûn. Ji ber lêdan û birçîbûnê bûbû wek çerm û hestî. Gelek qels bûbû, Meyrema diya xwe ya delal…

Jiyana wê wisa berdewam kir, heta rojekê destê wê girtin, bi erdê ve kaş kirin û avêtin derveyî gund, serê çiyê û li ber guran!… Meyro nedikarî gavekê bavêje, ji ber ku nav ranên wê gelek hatibû şewitandin. Ji birînên wê xwîn û kêm (irin) diherikî… Bedena wê ji ber lêdanê rizîbû…

Meyro hê pazdeh salî bû. Meyrema bejnzirav, xweşik û delal çûbû; yekî qels û lewaz hatibû cihê wê…

Êvar bû, dinya gelek sar bû. Bayê êvarê wek kêrê tûj bû. Meyro bêkes, bêcil, bêçare, bêhêvî û birçî li serê çiyê tenê mabû. Nedikarî êdî biçûya mala dê û bavê xwe jî. Ew salek bû ku zewicîbû. Nexwestibû bizewice. Gava wê xwesteka xwe ji bavê xwe re gotibû, bavê wê sê roj û sê şevan di odeyekê de derî li ser girtibû û hindik mabû ku wê bikuje. Digot: “Çawa keça min ji gotina min derdikeve? Ew li min nehatiye, ew li qaltaxa diya xwe çûye! Ew Siloyê camêr qebûl nake, wê miriyê wê ji vê malê derkeve!”

Dîsa jî carekê reviyabû û çûbû mala bavê xwe, lê wê demê jî bavê wê bi porê wê girtibû, bi erdê ve kaş kiribû û dîsa teslîmî Silo kiribû…

Bihar bû, dar û çiya ji serî heta binî hatibûn xemilandin. Xwezayê cilên xwe yên kesk li xwe kiribûn. Hesabê qîvaran, pincaran û fêkiyan tune bû. Her der tijî xwarin bû…

Meyro li serê çiyê, di nav daristanê de jiyana xwe berdewam dikir. Fêkî, pincar û qîvar dixwarin; têr av vedixwar û têr radiza. Ji mirovan pêve ji tiştekî din neditirsiya… Tenê xwe ji mirovan vedişart. Ji mirovan gelek xerabî dîtibû. Gelo çima hewqas tedayî lê kiribûn, gunehê wê çi bû?

Meyro nexweş bû. Hê dema zarok bû mîzdanka wê teqiyabû, pergala mîzgirtina wê xerabûbû. Gava av vedixwar û radiza, nedikarî xwe bigire (mîza xwe berdidaxwar). Ji bo vê nexweşiyê, diya wê niviştek jê re dabû çêkirin. Lê belê niviştê tu feyde nekiribû. Aqil nekiribûn ku wê bibin nexweşxaneyê. Gunehê wê tenê ev bû! Hewqas tedayî û îşkence ji ber vê pirsgirêka tenduristiyê didît.

Meyro pênc-şeş mehan li serê çiyê jiya…

Rojekê çend nêçîrvanên ku li pey cotek guran bûn, li binê darekê çend perçe cil û hestiyên mirovekî dîtin. Erd kolan û ew hestî xistin binê axê…

Nîşe: Ev bûyer rast e.

Abdullah Ongullu Şêrwî 

 

 

Van jî bibîne

 

48 Tîmên Fînala Kupa Cîhanê ya 2026an Diyar Bûn: Kelecana Mezin Dest Pê Dike!
Tîma Voleybola Jinan a Oz Kayapınar Sporê Ber bi Şampiyoniyê ve Dibeze

Nûçeyên Sereke