Abdullah Ongullu Şêrwî: Hedoya Qet Qet Kirî

Nîvîskar

🔴Li gund, di zaroktiya me de em ji vê peyvê pir ditirsiyan: “Hedoya qet qet kirî!” Gava ku digotin: “Va ye Hedoya qet qet kirî hate we!” mûyê serê me radibû û em di cihê xwe de dilerizîn. Bêhna me diçikiya! Ev çi bû ku ewqas dibû sedema tirseke mezin? Kî bû? Çi hatibû serê wê? Gelo cinawir bû?

Piştî ku ez mezin bûm û min bersiva wan pirsan dît, wê gavê min rastî fêm kir; min dît ka cinawir kî ye. Çîroka wê gelek dramatîk bû û bandoreke pir mezin li ser min çêkiribû. Niha gava ew peyv tê gotin an jî tê bîra min, ez êdî natirsim; lê belê dilê min dişewite û qet qet dibe, wekî canê wê… Ez xwe jî pirsiyar û tewanbar dibînim. Ji ber vê yekê min pêwistî dît ku ez binivîsînim; da ku navê wê li ser dilê qencan nexş bikim û bibe nemir.

Ew bûyer wekî xewnekê di bîra min de maye. Zilamek miribû û ji ber vê yekê em tev çûbûn ser tirban. Di gund de kes nemabû. Aliyekî ve melayê gund Qur’an dixwend û ji aliyê din ve jî dengê şîn û girînê bilind dibû. Ji her kesî zêdetir Hedo digiriya; ax û nalîna wê li çiya diket û deng vedida. Ji ber ku ew zilamê mirî, bavê Hedo bû. Xwe avêtibû ser darbesta bavê xwe û kesî nikaribû wê jê veqetîne.

Ez ne şaş bim, wê gavê sêzdeh-çardeh salî bû. Ji ber êşa dilê xwe axa li ser tirba bavê xwe dixwar. Por bi serê xwe ve nehiştibû. Ew dîmen qet ji ber çavên min neçû…

Li ser vê bûyerê re salek derbas bû an nebû, Haci Miho —yanî mamê Hedo, ew ê ku serê wî ji secdê ranedibû— diya Hedo, Xezalê li xwe mehr kir û Hedo jî ji kurê xwe re anî. Daweteke bêdeng çêbûbû. Di wê dawetê de tiştê di bîra min de mayî, dîsa girîna Hedo bû; girîneke neçar, dilşewat û bêhêvî… Hedo nedixwest bi Reşo re bizewice, lê belê kesî guh neda xwesteka wê. Jixwe li wê derê kesî tiştek ji keçikan nedipirsî. Vîna wan û xwesteka wan ne girîng bû. Ne kur, keç hatibûn dinyayê! Ji ber vê jî tewanbar bûn, qurban bûn…

Di nava du-sê salan de diya Hedo di destê Haci Miho de gelek tedayî dît, zilm lê hate kirin. Tim û daîm lêdan dixwar û paşê nexweş ket; bi kul û derdan re jiyana xwe ji dest da.

Hedo tenê mabû; di dinyayê de kesekî wê nemabû. Sêwî, bêkes û perîşan… Dîsa jî li ber xwe dida û jiyana xwe berdewam dikir. Wê jî wekî diya xwe gelek tedayî didît û lêdan dixwar. Dora çavên wê yên delal tim reş û şîn bûn û hêstir ji çavên wê kêm nedibûn. Di bedena wê de her dem birîn hebûn. Digotin qey gava dar li ser pişta jinê kêm bibe, wê tiştên xirab bikin. Ji ber vê jî gereke tim tedayî li wan bihata kirin. Gere nehiştana çavên xwe vekin. Li gorî wan, sedemê gunehê mezin û şeytanê mezin jin bûn. Digotin: “Şev negere tenê, nekeve bin emrê jinê, di ervazan de venexwe titûnê!”, “Pişta xwe nede jinê!” û hwd.

Çiqas şixulê malê yê giran û qirêj hebûn, bi wê didan kirin. Wekî koleyê lê mêze dikirin. Paşê mêrê wê, yanî Reşo, çû leşkeriyê. Nêzîkî salekê di ser re derbas bû, gotin: “Hedo ducanî ye! Mêrê wê ev salek e leşker e, ew çawa ducanî ye?” Li ser vê bûyerê gelek gotegot û fesadî di gund de hatin kirin. Golik kirin ga.

Li ser vê rewşê Haci Miho di nava malbata xwe de civînek çêkir û biryarek wiha standin: “Wê qaltaxê namûsa me qirêj kiriye, firotiye; pêwîst e em namûsa xwe paqij bikin!” Û ev peywîr jî dan Usa.

Demsal bihar bû, xweza xwe nû dikir; lê belê xemgîniyeke giran di nava xwe de wekî janeke mezin hildigirt. Baraneke hûr, wekî hêstirên çavan, hêdî hêdî bi ser gund de dibariya.

Êvar bû, kurê Haci Miho, Uso ji Hediyayê re got: “Were ez ê te bibim cem mêrê te!” Û Hedo bir ser tirban, ser tirba bav û diya wê. Jê re got: “Pişta xwe bide aliyê min, rûne û çavên xwe bigire!” Hedo li cem tirba diya xwe rûnişt û her du destên xwe dan ber çavên xwe; bi dilekî birîn dest bi girînê kir. Hêstirên çavên wê yên xwînî diketin ser tirba Xezalê. Uso dasek tûj ji pişt xwe derxist û bi wê dasê canê wê qet qet kir! Çawa ku mirov darekê qet qet bike…

Hewar û zarîna Hedo di nava çiyan de deng veda. Çiya, daristan, ax, av, asîman û ba bûn şahid; dîtin, bihîstin û li cem xwe tomar kirin. Dengê wê di wan çiyan de ma. Niha jî gava mirov di ber wan çiyan re derbas dibe û dengê xwe derdixe, hewar û zarîna Hedo bilind dibe û di nava dilê mirov de deng vedide. Ji ber vê yekê, gava gundî di wir re derbas dibin dengê xwe dernaxin; ditirsin, serê xwe nizm dikin û diçin.

Ev bûyer bi vî awayî hate nixamtin.

Pênc-şeş sal di ser re derbas bûn û paşê rastî derket holê: Haci Miho tecawizî bûka xwe kiribû! Hedo ji zirbab, xezûr û mamê xwe ducanî mabû. Piştî ku ev rastî derket holê jî kesekî tiştek ji wan re negot. Her kesî digot: “Ji min re çi ye!” Tiştên ku kiribûn, li cem wan ma.

Mirovan ji bîr kir, lê belê çiya, ba û baranê ji bîr nekir. Wan ji min re got; çivîkan ji min re got; axê, avê, tîrêjên berbangê, rojê, şewqa heyvê, pelên pirtûkan, dilopên baranê, daristan û dengê xwezayê ji min re got! Wan anî bîra min û bi min dan nivîsandin.

Têbinî: Ev bûyer rast e, çawa çêbûye min wisa nivîsiye. Tenê nav hatine guhertin, ji xeynî navê Hedo.

/Abdullah Ongullu Şêrwî/

Van jî bibîne

 

Artêşa Îsraîlê Larîcanî Kir Armanc: Ji Îranê Daxuyanî Hat
Hesreta Çil Salan: Seyyadê Şamê û Zulfinaz

Nûçeyên Sereke