🔴Bi banga Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê, bi hezaran jin di Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Kadikoyê, li ber Peykerê Gaboxe kom bûn û ber bi Rihtimê ve meşiyan.
Jinên ku beşdarî meşê bûn pankarta “Li dijî xizanî, şîdet, kedxwarî û şer, em jin di serhildanê de ne” vekirin.
Di meşê de dowîzên wekî “Ji bo Fatma Nur û Hifayê çi bû?”, “Xizanî û şîdet ne qedera me ye”, “Ne sala malbatê, sala têkoşînê; em ji bo xwişkên xwe yên hatine qetilkirin li vir in”, “Ji bo Bahar Taş çi bû? Neşêre, neparêze; faîlan darizîne” û “Kuştina jinan polîtîk e” hatin hilgirtin. Di dema meşê de her tim sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Jin dimeşin, têkoşîn mezin dibe” hatin berzkirin. Navên jinên hatine qetilkirin yek bi yek hatin xwendin û girseyê bi yek dengî bersiva “Li vir e” da.

‘Em ji bo Rojîn Kabaiş li vir in’
Li qada mîtîngê, li ser navê Platforma Edaletê ya Rojîn Kabaiş, Dilberê mafê axaftinê girt. Dilberê dozên Şule Çet û Gulistan Doku bi bîr xistin û got:
“Sîstema heyî li şûna ku rastiyan derxîne holê, faîlan diparêze. Ji bo Şule Çet gotin ‘întihar e’, ji bo Gulistan Doku gotin ‘windabûn’. Îro jî ji bo Rojîn Kabaiş heman tiştî dikin. Li Wanê 17 rojan agahî jê nehat girtin û dîsa gotin ‘întihar’. Em ji van derewan bawer nakin û em ê rastiyan derxînin holê.”

Dayika Ceyda Yuksel: ‘Heke em îro bêdeng bimînin, em ê kengî biaxivin?’
Dayika Ceyda Yuksel a ku hatibû qetilkirin jî bang li jinan kir. Dayikê diyar kir ku her çend cezayê muebbetê dane kujer Serkan Dinçer jî, dadgehê bi hinceta ‘tehrikiya neheq’ daxistina cezayê kiriye. Dayikê got: “Keça min daxwaza zayendî ya kujer red kir, dadgehê jî ev wekî ‘tehrik’ dît. Ez ê vê dozê bibim Dadgeha Destûra Bingehîn û heta DMME’yê.”
Karkerên Dardanel û Mamosteyên Lîseya Îtalyan li qadê bûn
Karkerekê li ser navê 350 karkerên Dardanelê yên ku ji kar hatine derxistin axivî û got: “Em naxwazin êdî werin mêjandin. Em heqê xwe yê tezmînatê ne parçe parçe, lê bi carekê dixwazin.”
Mamosteyên Lîseya Îtalyan a Taybet jî ku 35 roj in di grevê de ne, daxwaza mûçeyekî ji ser sînorê birçîbûnê kirin û bang li hemû jinan kirin ku piştgirî bidin berxwedana wan.

‘Ev ne qezaya kar e, komkujî ye’
Peyama Emine Bulut, xwişka Şengül Yılmaz a ku di şewata kargeha li Dilovasiyê de jiyana xwe ji dest dabû, hat xwendin. Bulut bi bîr xist ku di wê şewatê de 6 jinên karker jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir ku dozê di 24’ê Adara 2026’an de li Girtîgeha Kandirayê were dîtin. Bulut bang kir ku bila her kes xwedî li vê doza edaletê derkeve.
Mîtîng bi sloganên “Bijî têkoşîna me ya navneteweyî!” û bi coşeke mezin bi dawî bû.
/Çavkanî: ÎlkeTV/










