🔴NÛPEL – Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Beritan Guneş, bi daxuyaniyekê bal kişand ser projeyên enerjî û madenê yên ku li Mêrdînê xwezayê, çandiniyê û tenduristiya gel dixe xetereyê. Guneş destnîşan kir ku ev proje bi armanca “bêmirovkirina herêmê” tên meşandin.
Parlamenter Beritan Guneş, bi berfirehî behsa projeyên ku li navçeyên Artuklu, Dêrik, Şemrex û Qoserê dibin sedema hilweşîna ekolojîk kir. Guneş diyar kir ku li şûna erdên bêkêr, bi zanebûn dest datînin ser mêrg û zeviyên gundiyan.
Li Akresê Destdanîna Ser Mêrgan
Guneş diyar kir ku li taxa Akresê (Akbağ) ya Artukluyê, tevî hemû îtirazên hiqûqî jî hewl tê dayîn ku li ser mêrg û qadên çandiniyê Santrala Enerjiya Rojê (GES) bê avakirin. Guneş got: “Li binê vê hewildana çökirina ser mêrgan, ger armanca qedandina hilberînê û bêmirovkirinê tune be, nexwe çi heye?”
Projeya RES’ê û Talana Dîrokê: Kela Rabatê Di Xetereyê De Ye
Guneş bal kişand ser projeya Dicleres RES ku navçeyên Dêrik, Şemrex û Qoserê digire nav xwe. Li gora agahiyên ku wê parve kirine:
Ji 50 turbînên bayê, 46 heb li ser qadên daristanî û mêrgan tên avakirin.
Turbînek rasterast li ser kavilên Kela Ribatê ya ji serdema Romayê tê avakirin.
Proje tenê 700 metre dûrî Şelaleya GAP’ê ye.
Jehrîkirina Dêrik û Şemrexê
Beritan Guneş di daxuyaniya xwe de cih da Santrala Enerjiya Biyokutleyê ya Dêrikê û Tesîsên Fosfatê yên Şemrexê:
Dêrik: Guneş diyar kir ku santrala biyokutleyê ji termîkên komirê bêtir gaza bi jehr diweşîne û nexweşiyên wekî astim, KOAH û alerjiyê li navçeyê zêde bûne.
Şemrex: Guneş bal kişand ser tesîsên ku radestî Cengiz Holdingê hatine kirin û got: “Daristanên mazî (meşe) bi awayekî sîstematîk tên tinekirin. Asîda sîlfîrîk û bermahiyên alçiyê ax û ava me jehrî dikin.”
Bangawazî û Daxwaz
Parlamenter Guneş, daxwazên xwe û yên Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê wiha rêz kirin:
Parastina Mêrgan: Divê projeyên GES û RES’ê ji qadên çandiniyê û mêrgan bên derxistin.
Parastina Dîrokê: Kela Ribatê û Şelaleya GAP’ê divê bikevin bin “parastina mutesil”.
Pîvana Jehrê: Divê saziyên serbixwe rêjeya jehra santralan bipîvin û raporan bi gel re parve bikin.
Girtina Kevirbiran: Divê xebatên kevirbirên ku gundan dikin dojeh û avê diçilmisînin, bên rawestandin.
Rola Akademiyê: Divê li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Fakulteyên Ziraat û Fenê bên vekirin da ku ji bo van pirsgirêkan çareseriyên zanistî bên hilberandin.
Guneş di dawiyê de destnîşan kir ku ev ne tenê projeyên enerjiyê ne, “kiremeke ekolojîk a topyekûn” e ku gelê herêmê neçarî koçberiyê dike.
/Çavkanî: JinNews/









