Newroza Semsûrê: Meşa Ber bi Dilên Birîndar ve

Nîvîskar

🔴Dema ku pêşniyara pêşkeşvaniya Newroza Semsûrê ji min re hat, di nava dilê min de kelecaniyeke mezin şîn bû. Piştî wê karesata erdhejê ya giran, çûyîna nava gelê me yê birîndar û hembêzkirina wan ji bo min wezîfeyeke wijdanî û hevaltiyê bû. Beriya ez bikevim rê, min bi hevalê Abdullah re ku di komîteya amadekar de bû, peywendî danî. Min herikîna bernameyê jê re şand da ku bide hevala Asmîn a ku dê bi min re li ser dikê ba.

Rêwîtiya Ber Bi Semsûrê ve

Sibeha saet di 05:30’an de, hîn roj hilnehatî, em ketin rê. Di wesayîtê de em çar kes bûn: Ez, Baran, Kemal Pîr û Egîd. Egîd li ser dîreksiyonê bû, Kemal li pêş û Baran jî li kêleka min di rûniştekê paş de bû. Di wê rêwîtiya dirêj de strana zazakî “Derdo Derdo” bû hevalê me; me heta êvarê ew stran ji ser zarê xwe kêm nekir. Ji ber meha Remezanê bû û min taştê nekiribû, me tenê li ser rê qehweyek vexwar.

Hevalên bi min re muzikjen bûn; Kemal Pîr û Egîd bi ruhê xwe yê muzîsyen, Baran jî bi kesayetiya xwe ya kurdewar bal dikişandin. Baran keman, Egîd tonmayster û Kemal jî defê dijenîn. Armanca wan gihîştina konsera Işik Berfînê ya li Semsûrê bû. Di rê de, darên behîvê yên ku bi kulîlkên spî xemilîbûn, mîna bûkekê bûn, lê gava em gihîştin Semsûrê, wêneyê wêrana erdhejê careke din di çavên min de zindî bû û xemgîniyeke kûr li ser me rûnişt.

Baran, Agir û Hêvî: Newroza me ya Semsûrê

Dema em gihîştin qada pîrozbahiyê, bêdengiyeke sar û giran li ser bajêr serdest bû. Tenê dengê pêlavên polîsan ên li ser betonê û fîskîniya bayê sibehê yê ku di guhan de dilerizî hebû. Qad hîn vala bû, lê di nava dilê me de, mîna ku agirê Newrozê beriya her kesî di hundirê me de pêketibe, kelecaniyeke mezin hebû. Me dizanibû; ev roj ne tenê pîrozbahî ye, sekneke li dijî her tiştî ye.

Amadekariyên Pêşîn û Hevaltiya Germ

Yek bi yek hevalên komîteyê li qadê amade bûn. Ya yekem ku bi rûyekî geş silav da me, Hevala Suzan (Hevseroka DBP’ê) bû. Suzan bi wê enerjiya xwe ya ku qet naçilmisî, mîna nûnera jinên Kurd ên ku li ber her bahozê li ber xwe dane, hêz dida me. Piştre Hevserokên DEM Partiyê, Gonul Şahin û Mehmet Bayir jî tevli me bûn.

Sekna her yekî ji wan ji bo min wateyek bû:

Mehmet Bayir: Bi sekneke mîna Çiyayê Nemrûdê, bi rûmet û heybet. Ew li wir bû, bawerî dida qadê.

Suzan Xan: Bi wê kenê xwe yê mîna biharê, moral û hêz li her kesî belav dikir.

Gonul Xan: Bi dilnizmî û nêzîkatiya xwe ya mîna xwişkekê, ji bo me hemûyan mîna sitargeheke germ bû.

Ji bo ewlehiyê, polîsan daxwaz kir ku heta lêgerîna platformê bi dawî bibe, em her çar kes tenê li wir bimînin. Piştî ku kontrol bi dawî bû û derî vebûn, êdî qada sar ji bo germiya gel amade bû.

Ezman Digiriya, Lê Dilê Me Geş Bû

Hîn pîrozbahî tam dest pê nekiribû ku ezman bi ser me de girî; baraneke zêde û bênavber dibariya. Telefonên me her diçû zêdetir lê didan. Me nûçeyên betalkirina bernameyên li bajarên din dibihîst. Lê gava me li rûyê hev nihêrt, me di wan çavan de heman biryar dît: Me dê Newroza xwe pîroz bikira! Baran ji bo me ne asteng bû; ew şahida herî mezin a coşa me ya hundirîn bû. Her dilopa baranê ya ku li rûyê me diket, mîna ku agirê me hîn geştir bikira.

Li Paş Dikê: Hevdîtina Ciwantî û Tecrubeyê

Di nava wê heyama amadekariyê de hevala Asmîn jî hat. Asmîn nûnerê nifşê nû û ciwan bû. Di çavên wê de ronahiya kelecaniyeke pak dihat xwendin. Me bi hev re provayeke kurt kir. Min tecrubeya xwe ya salan a li ser dikê û enerjiya wê ya ciwan kirin yek. Min destê xwe danî ser milê wê û bi kûrî li çavên wê nêrî; min dixwest ew bizanibe ku em li wir in, em bi hev re ne.

Me bi hev re henaseyek kûr û bi bawerî hilda. Êdî dem hatibû. Me milên xwe dan hev û em derketin pêşberî gelê xwe yê Semsûrê yê ku di bin baranê de mîna pola li benda me bû.

Coş û Siyaset: Yekbûna Dilên Azad

Piştî axaftina Mehmet Bayır a li ser girîngiya Newrozê, me anonsa vêxistina agirê Newrozê kir. Bi vêxistina agir re, qad bi tilîlî û dirûşman hejiya. Ciwanan li dora agirê pîroz dest bi govenda azadiyê kirin.

Paşê, parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat hat ser dikê û bi kurmancî û zazakî gel silav kir. Di dawiya axaftina wî de bang hat xwendin; min wek rêzek ji bo baweriyê, bername sekinand û ev yek ji aliyê gel ve bi dilgermî hat pêşwazîkirin. Piştre parlamentera Amedê Halîde Turkoglu li ser têkoşîna Sirri Sureyya Onder û Salih Muslim axaftineke bi bandor kir.

Kêliyên Hunêr û Hevaltiyê

Di beşa muzîkê de, pêşî Mem Sîdar û dûre Işik Berfîn bi klamên xwe yên zazakî qad bi coş kirin. Herî dawî me hunermend Suavî vexwend ser dikê. Suavî bi wê helwesta xwe ya bi rûmet got: “Heger kesek bi tenê jî hebe, em ê wek ku bi mîlyonan kes hebin hunera xwe pêşkêş bikin.” Silava hevala min a hêja Rindê ku min pirtûka xwe ji bo wê nivîsîbû, gihand Suavî; wî jî bi heman dilgermiyê bersiv da.

Rindê di wê rojê de bi ruh û hestên xwe her dem li kêleka min bû, piştgiriya min kir. Di dawiya bernameyê de, daxwaza ciwanan a ji bo wêneyê bi min re girtin, westandina min bir û ez pir bextewar kirim.

Spasiyeke mezin ji bo gelê Semsûrê yê li ber xwe dide û ji bo keda her hevalekî ku di vê rojê de cih girt.

/Mordem Zel/

 

 

Van jî bibîne

 

Sîpan Hemo di Derbarê Êrîşa li ser Baregeha Xirab Cîrê Daxuyanî Da: Bexda Berpirsiyar e
Balafireke leşkerî ya Kolombiyayê dema leşker vediguhastin ket xwarê

Nûçeyên Sereke