🔴Nûpel – Wezîrên Karên Derve yên 12 welatan, di nav de Tirkiye, Azerbaycan û Pakistan jî hene, li paytextê Erebistana Siûdî Riyadê civiyan û bi daxuyaniyeke tund êrîşên Îranê yên li ser welatên herêmê şermezar kirin.
Civîna li Riyadê û Welatên Beşdar
Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye, Azerbaycan, Pakistan, Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Behreyn, Misir, Urdun, Kuweyt, Libnan, Qatar û Sûriyeyê li Riyadê hatin bal hev. Di civînê de rageşiya piştî şerê DYA û Îsraîlê ya li dijî Îranê û bandora vê rewşê li ser asayîşa herêmê hat nîqaşkirin.
Banga Rawestandina Êrîşan
Di deklerasyona hevpar de hat diyarkirin ku êrîşên Îranê yên bi firokeyên bêmirov (ÎHA) û fuzeyên balîstîk ku deverên sivîl, tesîsên petrolê, balafirgeh û nûnertiyên dîplomatîk dikin hedef, bi tu awayî nayên qebûlkirin. Wezîran bang li Tehranê kirin ku:
Êrîşên xwe yên li ser binesaziya sivîl demildest rawestîne.
Rêzê li serweriya welatan û hiqûqa navneteweyî bigire.
Li gorî prensîbên “cîrantîya baş” tevbigere.
Şertê Têkiliyên Pêşerojê: Destwerdanê Nekin
Welatên beşdar destnîşan kirin ku asayîbûna têkiliyên bi Îranê re bi çend şertan ve girêdayî ye. Hat xwestin ku Îran dest ji destwerdana karên navxweyî yên welatên din berde û kapasîteya xwe ya leşkerî ji bo gefxwarina li cîranên xwe bikar neyne. Her wiha bang hat kirin ku Îran piştgirî, fînanse û çekdayîna komên milîs ên li welatên Ereb rawestîne.
Rewşa Libnanê û Helwesta li Hamberî Îsraîlê
Di daxuyaniyê de beşek taybet ji bo Libnanê hat veqetandin:
Piştgirî hat dayîn ku çek di destê dewleta Libnanê de tenê bimînin.
Parastina yekparçeyiya xaka Libnanê wekî xaleke girîng hat destnîşankirin.
Her çend di metna giştî de rexne li DYA û Îsraîlê nehatibe girtin jî, bi tenê hevokekê “êrîşkariya Îsraîlê ya li ser Libnanê û polîtîkayên wê yên berfirehbûnê” hat şermezar kirin.
Ewlehiya Deryayî
Wezîran hişyarî da Îranê ku li Tengava Hurmizê û Tengava Babûlmendebê astengiyan ji bo trafîka deryayî ya navneteweyî dernexe û ewlehiya deryayî nexe rîskê.
/Çavkanî: Bianet/










